۱۳۹۵/۰۸/۰۹


Wezîrê “Ilûmê” ê Îranê: 600 hezar kursî di zanîngehên Îranê de vala ne


Wezîrê “Ilûmê” ê Îranê:  600 hezar kursî di zanîngehên Îranê de vala ne

Kurdistanmedia: Mihemed Ferhadî Wezîrê “Ilûmê” ê rejîma Îranê dibêje ku, “Berevajiyê eva ku li derbarê rewşa zankoyan û pêşwaziya ji xwendekaran di propagendeyan û agehdariyan de tê dîtin, îsal em digel kêmiya daxwazkarên çûna bo zanîngehan berbirû ne”.
Li gora gotina navbirî, hinek ji zanîngehan di Îranê de, dûriya wan ji hev kêmtir ji 10 km e, û hinek jî kêmtir ji 50 xwendekaran tê de heye. 

Li ser bingeha van raporan, zanîstgehên dewletî dikarin 750 hezra kesî hilgirin, û 773 hezar kes îsal, di kombûna taqîkirinên sertaserî de beşdar bûn. Sala borî %51 ji xwendekarên ku xwendina xwe bi dawî anîbûn, ne çalak in. 

Navbirî bas ji zanistegha “peyam nûr” jî kir, û got ew di karê xwe de serkevtî nebûne, û me girûpeke lêkolînê ya pispor ava kiriye, da ku kêmasiyên wê çareser bikin. 

Pêştir Mecîd Mihemedî ku civaknas e ragehandibû, ku wergirtina xwendekaran li qonaxên rojane û belaş, di konkura sertaserî ya sala 1395’an de, bi awayekî berçav kêm bûye.