Li Şemzînan a Kurdistana Bakûr teqînek çê bû

Kurdistanmedia: Li bajarê Şemzînan ya ser bi parêzgeha Hekariyê teqînek xwekujiyê çê bo ku di encam de 55 kes bûne qurbanî.
Ragehandinên Turkiyê roja Yekşemî berwarê 9’ê Çiriya Pêşîn a 2016’an ragehandin ku, di encama vê teqînê de 18 kesan jiyana xwe jidest daye ku 10 kes ji wan leşkerên Turkiyê ne û 8 kesên din xelkê sivîl in.
Di encama vê êrîşa xwekujî de ku piştî derbeya leşkirî ya bê encam di Turkiyê de bi êrîşa herî mezin hatiye texmînkirin, serbarê wan kuştiyan, 27 kesên din jî birîndar ketine ku 16 ji wan xelkê sivîl in.
Di vê derheqê de Bînaylî Yildirim ê serokwezîrê Turkiyê ragehand ku, di vê êrîşê de 5 kesên xwekuj êrîş birine ser binkeya leşkirî ya li Şemzînan.
Receb Teyîb Erdoxan ê serkomarê Turkiyê jî di vê derheqê de got ku, Partiya Kirêkarên Kurdistanê (PKK) encamderê vê teqîna xwekujî ye.
Şemzînan bajareke sînorî yê Kurdistana Bakûr e ku di 20 km Kurdistana Rojhilat de ye û ser bi parêzgeha Hekarî yê ye.