Şêx Taha Kemalîzade koça dawiyê kir

Kurdistanmedia: Şêx Taha Kemalîzade Huseyniyê Pîrî terîqeta Neqşbendî, kurê Şêx Elaedîn 18’ê Rezberê (9’ê October) li temenê 93 saliyê, di bajarê Urmiyê de koça dawiyê kir.
Navbirî di meha Xermanana sala 1303 (1924)’an de ji dayîk bûye, û esl û neseba wî vedigere bo Pîr Xizir Şaho, û wekî yek ji zanayên Sunî meseb ê Kurdistanê tê nasîn, ku ser bi terîqeta Neqşbendî bûye.
Şêx Taha ji bilî zimanê Kurdî, şarezayiyeke tewaw bi ser zimanên Îngilîzî û Erebî û Farsî de hebû, û di xizmeta kesên wekî Şêx Mihemed Enwerî Wanî û Şêx Mezherê Efendî de ders xwendiye.
Navbirî di hemû temenê xwe de çendîn carî çûye welatên wekî Îraq, Fransa û Almanyayê, û cara dawiyê di sala 1370’î (1991)’an de vegeriyaye Îranê, û heya dawiya temenê xwe di bajarê Urmiyê de akincî bûye.
Riha wî şad be, û sebr û aramî jî bo rêvîngên terîqeta Neqşbendî