۱۳۹۵/۰۷/۲۰


Di pêvajûya hilbijartinan de Donald Tiramp gef li Kilînton xwarin

Di pêvajûya hilbijartinan de Donald Tiramp gef li Kilînton xwarin

Kurdistanmedia: Duyemîn dîbeyta di navbera Hîlarî û dunald Tiramp, berbijêrên hilbijartinên dahatî ên serkomariya Amrîkayê, di şeva Yêkşemiyê 9’ê Çiriya Pêşîn a 2016’an de, li zankoya Waşintonê li bajarê “St. Louis”ê, ku ser bi eyaleta “Mîsorî” ye birêve çû.
Kilînton û Tiramp berewajî dîbeyta Yekemîn , dema ku çune cihê dîbeytê (Dikê) silav li hevdu nekirin.

Her du berbijêran di vê dîbeytê de, di derbarê siyaseta hundir û derve yê welatê xwe, bersiv dane du birêveberên dîbeytê, lê belê di vê dîbeytê de, bi sedema gotina berê yê Donald Tiramp li ser jinan, zêdetir Hîlarî Kilînton biser dîbeytê de zal bû û bandora wê liser dîbeyt û xelkê pişikdar xûya dikir.

Hîlarî Kilînton a berbijêra Partiya Dêmokrat div ê dîbeytê de hewli didan ku ji mijara riswabûna Tiramp weke derfet bikar bîne û dema ku navbirî derbazî Koşka Sipî dibe, bikeve bi zext û gîwaşê.

Lê belê li gorî nêrîna karnasan, Tiramp di dîbeyta şeva Yêkşemiyê ku di gellek medyayên cihanê de rasterast dihat ekrankirin, karî ku li hemberî wan zext û giwaşan, ber xwe bide.

Tê zanîn ku ,Tiramp di duyemîn dîbeytê de, Hilarî Kilînton bi girtîgehê tehdid kiriye û gotiye: “Hekî bibe Serokomar, wê biryara çavedêriya biser çalakiyên întêrnêtî yên kilîntonê, ji rêya parêzerekî ve bide”.

Beşeke din a vê dîbeytê bo kirîza Sûriyê hate terxankirin, ku têde Tiramp da zanîn, siyasetên Obama û Kilînton di derbarê Sûriyê de nahên qebûlkirin.

Tramp herweha da zanîn ku: “Rejîma Esed, Rûsiye û rejîma Îranê, niha bi hevre bûne yêk, ji ber ku Amrîka lawez bûye”.