Li Kamyaranê nîştimanfiroşek hate cezakirin

Kurdistanmeia: Di pêvajoya cezakirina kirêgirtî û nîştimanfiroşan li Kurdistana Rojhilatê, caşek li bajarê Kamyaranê hate cezakirin.
Li gorî nûçeya gehiştî malpera Kurdistanmedia yê, Heloyên Zagrosê di oprasyonekî de, demjimêr 9’ê ya şeva Dûşemiyê 10’ê Çiriya Pêşîn, nîştimanfiuroşek bi cezaya îxanetên xwe gihandin.
Di vê operasyonê de kirêgirtî “Şaho Kerîmî” korê Mihemmed Kerîm, xelkê gundê Palinganê û akinciyê bajarê Kamyaranê, ji aliyê Heloyên Zagrosê ve hate cezakirin.
Şaho Kerîmî sîxorekî çekdar bû û bi awayekî berdewam xelkê deverê û kasibkar û xebatkarên azadiya Rojhilat, dixistin bin zext û giwaşê û aciz dikirin.
Navbirî serbarê hoşdarî û haydarkirinê, bona dest berdan ji nîştimanfiroşî û îxaneta bi gel û welatê xwe, netenê dest ji îxanetê berneda, belkî mikurtir bibû ji kar û kirdeweyên xwe yên îxanetkarane, lewra di encam de hate cezakirin.
Di vê derheqê de Heloyên Zagrosê ragehandin ku, “Emê liser xebata li dijî girêgirtî û xwefiroşan li Kurdistana Rojhilat berdewam bin”.