۱۳۹۵/۰۷/۲۱


Babê şehîdekî rêya rizgariya Kurdistanê çû ser dilovaniya xwe

Babê şehîdekî rêya rizgariya Kurdistanê çû ser dilovaniya xwe

Kurdistanmedia: Babê şehîdekî rêya rizgariya Kurd û Kurdistanê, li bajarê Merîwanê koça dawiyê kir.
Li gorî nûçeya gehiştî destê Kurdistanmedia yê, roja Duşemî berwarê 10’ê Çiriya Pêşîn ya 2016’an a Zayînî, “Mam Elî Ehmedî” babê şehîd “Mêhdî Ehmedî” xelkê gundê “Kolîj” ya ser bi bajarê Meriwanê, bi sedema nesaxiyê û di temenê 80 saliyê de, koça dawiytê kir.


Mal Elî Ehmedî kesatiyek xweşnav û nîştimanperwer bû ku cihê rêz û hurmeta xelkê Merîwan û derdorê bû.

Şehîd Mêhdî Ehmedî, pêşmergeyê PDKÎ di dema berhemanîna fîlma “Mnîş Gaberdekanm xoş dewê”, di bûyerek dilhejîn de canê xwe jidest da û tevlî karwanê şehîdên hizb û gel bû.

PDKÎ di vê derheqê de sersaxiyê dibêje malbat û xizm û kesûkarên navbirî û xwe di xem û kovana jidestdana wî de bi pişikdar dizane.