۱۳۹۵/۰۷/۲۱


Li rexavên Yemenê êrîşeke rokêtî bo ser paporeke Amerîkayê hate kirin

Li rexavên Yemenê êrîşeke rokêtî bo ser paporeke Amerîkayê hate kirin



Kurdistanmedia: Roja Duşemî berwarê 10’ê Çiriya Pêşîn a 2016’an, paporeke mûşekavêj ya Amerîkayê li rexavên Yemenê bûye armanca 2 mûşekan, ku tê gotin ji aliyê Hûsiyan ve hatibine avêtin.
Berdevkê Artêşa Amerîkayê di vê derheqê de ragehand ku, dema ku papora mûşek avêj ya “USS MISON” di “Behra Sor” de bû, 2 mûşek ji rexavên Yemenê bi merema lêxistina papora me hatine avêtin, lê berî ku ew mûşek bigîjin paporê, ketin nava avê de.


Berdevkê wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê “Cêf Dêuwîs” di vê derheqê de ragehand ku, bi xweşîve ev mûşek ji papora Amerîkê neketin, lewra me tu bersivek ji wan mûşekan re nedan.

Eva di demekî de ye ku heftiyek berî niha jî, Hûsiyên Yemenê ku ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve têne piştevanîkirin, mûşek berdane gemiyeke Îmaratê, û ziranên canî û madî yên mezin lê xistin.