Li Hesekê di nav şahiyekê de teqîn pêk hat

Kurdistanmedia: Şeva borî di nav şahiyekê de, li ser rêya Qamîşlo û Hesekê,teqîneke xwekujî pêk hat.
Li gor raporên ku belav bûne,kesê xwekuj xwe di nava salonê de teqandiye,û tê zanîn ku teqîn di navbera bajarê Qamîşlo û Hesekê de, pêk hatiye. Li gor nûçeyên herî dawî, xwekujekî DAÎŞ’ê xwe di nava şahiyê de teqandiye.
Herwiha li gor agahiyên ku belav bûne; endamekî Komîteya Navendî ya Partiya Yekîtiya Kurdî jî, di encama vê teqînê de şehîd bûye. Ji bona dermankirina birîndaran ,birîndar rakirine nexweşxwaneya Nîştîman ya bajarê Hesekê.
Herwiha tê zanîn ku di encama vê teqînê de, zêdetirî 25 kesî jiyana xwe ji dest dane, û hejmareke zêde jî birîndar hene.
Li gor nûçeyên herî dawî hejmara birîndaran gihiştiye 80 kesî, û 4 birîndar jî ji ber nebûyîna îmkanên dermanî, û bi sebeba giranbûyîna birîna wan, birine nexweşxwaneya bajarê Duhokê.
Hêjayî basê ye ku di roja 20’ê Tebaxê de jî, di encama êrîşeke xwekujî ya li dijî şahiyekê, li navçeya Şahînbey ya Bakura Kurdistanê aliyê kêm 30 kesî jiyana xwe ji dest dabû, û nêzî 100 kesî jî birîndar bûbûn
.