Larîcanî: Divê îdamkirina qaçaxçiyan dereng nehê xistin bona ku nebin nimêjker

Kurdistanmedia: Sadiq Amlî Larîcanî, serokê Dezgeha Dadwerî ya Îranê,gotiye ku me tu bername ji bona rawestandina Îdaman tuneye.
Li gor raporên belavbûyî,Larîcanî di 8’ê Rezberê de li bajarê Meşhedê de daye xûyakirin ku wan tu hêcetek ji bona rawestandina îdaman tuneye, û em nikarin kesên ku di zîndana de nimêjê dikin ji ber nimêjxwendinê hukmê îdamkirina vê rawestînin.
serokê Dezgeha Dadwerî ji serdozger xwast ku di pirsa darvekirinê de, derengiyê neke, û bilez cezaya wan cîbicî bike.
Mihemedcevadê Larîcanî di gotobêjekê di gel CNN’ê gotiye ku biryarên girêdayî wan îdaman pêvîstî bi çavdêriyê heye, da ku pêşî li rexneyên welatên din û rêxistinên navnetewî ên mafên mirovan were girtin, lê divê ku meclis û şêvra çavdêriyê (nîgehban) vê yekê bipejirîne.
Komara Îslamiya Îranê yek ji van welatan e, ku di cîhanê de di warê darvekirinê di rêza duyem de ye, û parêzerên mafê mirovan di vî warî de rejîma Îranê bi tundî rexne dikin, û radigehînin ku kesên bê tawan gellek caran têne bidarvekirin.