۱۳۹۵/۰۷/۱۰


Kuştina zarokên Helebê, rayedarên Sûriyê nîgeran nake

Kuştina zarokên Helebê, rayedarên Sûriyê nîgeran nake

Kurdistanmedia: Nûnerê Sûriyê li NY de, dema ku nûçegîhanê, Kanala El-Cezîrê , derbarê bombebarankirina nexweşxaneyên bajarê Helebê ji aliyên hêzên Esed ve, jê pirs kir, di bersivê de ew pê kenî.
Li gorî kurte fîlma derbarê bersivaBeşar Ce’iferî nûnerê dewleta Esed bo pirsa nûçegîhanê kalana El-Cezîrê, wiha tê xûyakirin ku kuştina zarokan û avarebûn, wêranbûna avahiyên hemwelatiyên sivîl ên bajarê Helebê ku piraniya wan kurd in, ji ber êrîşên esmanî yên Balafirên artêşa Beşar Esed û herwiha Balafirên Rûsiyê ve, tu qîmet nîne.

"Samanta Pavêr", Nûnerê Amerîka li Saziya NY de, derbarê pêkenîna "Beşar Ce’iferî " nûnerê dewleta Sûriyê li Saziya NY de wiha dide zanîn, kuştina hezaran însanên sivîl li bajarê Helebê, tu bandorek li ser karbidestên Sûriyê û herwiha berpirsên Rûsiya ku piştevanê wî welatî ne nîne.

Herwiha Saziya Pizîşkên Bê sînor, welatên Rûsiya û Sûriya bi pêkanîna şerê hovane li Helebê de tawanbar kirin, û "Cuan Lîv" serokê Saziya Pizîşkên Bê sînor, piştî civîna Şêvra Ewlekariya NY ya derbarê, dabînkirina îmkanatên dermanî ragehand, ku di wî şerî de, tenê xelkên sivîl û cihên dermanî dibine armanc.