Komisyona Teşkîlat a PDKÎ piştevaniyê ji xebata cemawerî ya bajarên Kurdistana Îranê dike

Kurdistamnedia: Komisyona Teşkîlat a PDKÎ di daxûyaniyekî de piştevaniyê ji xebata cemawerî ya bajarên Kurdistana Îranê dike.
Eva deqa daxûyaniyê ye:
Civakên xweragir ên xelkê Kursdistanê!
Azadîxwazên Îranê!
Serkut û tundûjîjiya Komara Îslamî weke yek ji taybetmendiyên berdewam ên vê rejîmê, ji roja hatine serka heya niha berdewam bûye. Hemû rojekî û hemû demekî bi hêcetên curbicur, xelkê azadîxwaz û bêpar ji hemû mafên xwe yên jiyanê, dikewin ber kerb û kîna karbidestên rejîma Îslamî, û di kewin girtîgehan, û bi teqeya guleyan tên şehîdkirin, û tên bidarvekirin, û bi wateya xwe ya giştî sivikatî bi wan tê kirin.
Bêkarî û hejarî û bê çareyî û têkiliya bi madeyên hişber, kawilkarî, şewitandina daristanan, têkdana jîngeha Kurdistanê û hejmarek ji arîşeyên civakî û aborî û ...hwd, encama siyasetên vê rejîmê ne di Kurdistanê de, û armanaca sereke ya rejîmê jî bi çokde anîna netewa zulmlêkirî ya Kurd e li Kurdistana Rojhilat.
Li hemberî vê siyasetê de, ruha berevanî û berxwedana gelê Kurd li Kurdistanê, netenê ber bi lewaziyê ve neçû ye, belkî xortên gelê Kurd cesûrane û netirsane berbirûyê siyaset û tundutîjiyên rejîmê dibin.
Di doma pêvajûya berxwedan û berbirûbûna siyasetên rejîmê di Kurdistanê de, di çend rojên derbazbûyî de li bajarê “12 Siwarw” ya Merîwanê, xortên xwedî hest û xelkê cesûr û çavnetirs yê wî bajarî, bi nîşaneya xirabî û têkdana rêûban û jînge û qurbanîbûna hejmarek ji xelkê deverê, ku ji aliyê “Tankêrên hilgirtina Petrolê” ve hatine lêxistin, derketin nava kolanan û wêzarî û dengê nerazîbûna xwe li hemberî vê rewşê, nîşan dan.
Lê berpirsyarên pêwendîdar ên Komara Îslamî bêy vê ku di hemberî nerazîbûnên medenî û aram ên xelkê Merîwanê de bersivder bin, hejmarek ji ciwanên bajar destbiser û rapêçî girtîgehê kir, ku heya niha jî tu nûçe û zanyariyek li ser qedera wan di ber dest de nîne.
Her derheq kuştina kasibkaran û kolberan ji aliyê hêzên çekdar ên rejîma Îranê ve, komek ji çalakên medenî ên bajarê Bane daxwaz ji xelkê û cemawerê bajar kirine ku di hemberî kuştina kolberan û nerazîbûna div ê derheqê de roja Şemiyê 17’ê Rezberê, gireveke giştî û aram bi rê ve bibin. Di beşek ji vê daxuyaniyê de ku çalakên medenî belav kirine, hatiye: “Em komek ji çalakên medenî ên bajarê Bane bi avakirina kempeyna “Em hemû dengê kolberên ser sînor in”, roja Şemiyê wekî gireva giştî radigehînin, û daxwazê ji we xelkê têkoşer ê bajarê Bane dikin, bona vê ku êdî xortên bajarê me nebin qurbanî, bila roja Şemiyê em îradeya xzwe ya xebatkarane nîşan bidin, û dengê fetisandî ê kolberên ser sînor bigehînin guhê hemû nberpirsyaran û deshilatdaran, û li dijî kuştin û birîndarkirina kolberên ser sînor, me helwest hebe”.
Ceribandinan nîşan daye ku bêdengiya di hemberî van siyasetên dijî gelî ên rejîmê, serkuta zêdetir li pey xwe hebûye, lewra em bi erk û wezîfeya hemû tex û qatên civakê dizanin, ku dengê xwe ên mafxwazane bilind bikin, û di pêxema bidestxistina mafên xwe de, û herwisa bona xebata li dij van siyasetên rejîmê, beşdariyeke çalakane di xebata cemawerî ya bi vî rengî de bikin.
Komîsyona Teşkîlatê ya PDKÎ piştgiriyê ji vê şêwaza xebat û nerazîbûnê dike, û daxwazê dike ku xelkê navçeyên din ên Kurdistanê di hemberî siyasetên serkutkirinê ya rejîmên bêdeng nebin, û piştevaniya xwe bo xebata medenî û cemawerî ya xortên xwe nîşan bidin. Di heman demê de, daxwazê ji xelkê çavnetirs ê Merîwandê dikin ku pêdagirane hewla azadkirina ngirtiyên roja Pêncşemiya borî bidin.
PDKÎ
Komîsyona Teşkîlatê
17.07.1396
08.10.2016