Du Îranî di Koveytê de hatin destbiserkirin

Kurdistanmedia: Roja borî Wezareta Navxwe ya Koveytê nûçeya destbiserkirina du Îraniyan belav kir.
Wezareta Navxwe ya Koveytê bi weşandina daxuyaniyekê ragehand ku wan du Îranî destbiser kirine, ku wêneyên Husêyniyeyekê di navçeya “Hulî” û wêneyên hinek cihên din ê mesebî digrtin. Navê wan du kesên Îranî jî, Hesen Elî, û Adil Ebdulrehîm hatiye ragehandin.
Li gora wan zanyariyan her du Îranî di du mehên borî de çûne Koveytê.
Hikûmeta Koveytê piştî êrîşa terorîstî ya DAÎŞ’ê bo ser mizgevtekê, di sala borî de, ku bû sedema kuştin û birîndarkirina dehan kesî, li derdora nawendên mesebî de rêûşûnên tund ên ewlehiyê girtiye pêş.