Tenê di heyva Îlonê de 658 bermîlên teqîner bi ser Helebê de hatine barandin

Kurdistanmedia: Rajîma Sûriyê bi alîkariya balafirên Şer yên Rûsiyê, tenê di Heyva Îlonê de 658 bermîlên teqîner bi ser xelkê sivîl de li bajarê Helebê barandine.
Rêkxistina Çavedêr ya Mafê Mirovan li Sûriyê di raporekî de ragehand ku, piraniya ew bermîl li derdora bajarê Demişqê ve hatine avêtin û bûne sedema vê ku 71 kes ji xelkê sivîl li Sûriyê canê xw jidest bidin ku, 15 lê zarok û 9 ji jin in.
Rapor herweha tekezê dike ku çavedêrî û tomarkirina rojane ya Rêkxistina Çavedêr ya Mafê Mirovan li Sûriyê di selimîne ku, rejîma Sûriyê rasterast di koştara xelkê û wêrandkirina Sûriyê ji rêya bikaranîna bermîlên teqîner berdewam e.
Eva di demekî de ye ku beravajî vê roporê, balyozê Rûsiyê di NY de îdî’a dike ku, rejîma Esed bikaranaîna bermîlên teqîner di şerê Sûriyê de daye sekinandin.
Rapor herweha eşkere dike ku di despêka destêwerdanên Rûsiyê di Şerê Sûriyê de, 13 hezar û 24 bermîlên teqîner ji aliyê balafirên şer yên Rûsiyê ve biser xelkê Sûriyê û opozisyona wî welatî de hatine avêtin û barandin.