Ehmed Xatemî: Erebistanî gellek ji rewşa nav stadyomê aciz bûn

Kurdistanmedia: Pêşnimêjê nimêja Înê ya Tehranê Ehmed Xatemî ragehand ku di pêşbaziyên fûtbola Îran û Kureya Başûr de, tu hurmet şikêniyek rû neda, û got ku Erebistan pirr zaciz bû ji vê ku dît stadyona Azadî ya Tehranê bi tewahî reşpoş bû”.
Ehmed Xatemî bi bêy vê ku navê rojnameyeke Erebistanê bîne, got ku rojnameyeke Erebistanê nivîsandiye: “Îraniyên di stadyomê de bûn, stadyom kiribûn cihê şîn û taziyê, û di cihê kêfxweşiyê de, rêûresma xwe ya olî di stadyomê de bi cih anîn”.
Piştre Ehmed Xatemî Pêşnimêjê nimêja Înê ya Tehranê rû li Erebistanê got ku, bila ew bişewitin û bimrin, xûya ye ku gellek şevitî ne”.
Di heman demê de wî berpirsyarên pêwendîdar rexne kirin û hişdarî da wan, ku cardin tu hêcetek ji wan nahê qebûlkirin, ku bêjin me nedikarî dema pêşbaziyan wisa diyarî bikin ku digel merasima Tasû’ayê de nekeve rojekê de.
Hêjayî basê ye ku Mihemed Yezdî sekreterê giştî ê “Mekteba mamostayên hewzeya Îlmiye ya Qumê” û hejmarek ji kesayetiyên binajoxwaz û hinek ji nûnerên meclisê daxwaza guherîna dema pêşbaziya Fûtbola Îranê û Kureya Başûr kiribûn, ku ketibû roja Tasû’ayê de.
Sekreterê giştî ê girûpa “Ensarê Hizbullah”ê jî pêşbînî kiribû ku ew roj, bê kêşe bi rê ve naçe.