Hicaba bi zorê, şetrenca qehremaniya jinên cîhanê tûşî astengiyan kir

Kurdistanmedia: Vekişiyana du jinên lîstikvan ên şetrencê ji pêşbirkêya qehremanî ya jinên cîhanê, ku di meha Rêbendanê îsal de, dê pêk were,careke din ew behsa çêkiriye, ku gelo kîjan di berjiwendiya jinên Îranê de ye: kêmkirina hemû pêwendiyan bi Îranê re, yan jî berevajiyê vê, pêkanîna pêwendiyan bi hemû jinên cîhanê re?.
Hinek ji kesên ku li dijî hicaba bi zorê ne, û berevaniyê ji wan lîstikvanan dikin, dibêjin: Federasiyona navneteweyî a şetrencê nabe ku pêşbirkêyan di Îranê de pêk bîne.
Herwiha ew digel amadebûyîna siyasetmedarên jin ên “xaricî” jî, ku bi hicab ve diçine Îranê, dijayetiyê dikin, û dibêjin ku Komara Îslamî biryarên xwe, ne tenê bi ser jinên Îranî, belku li ser jinên cîhanê de jî disepîne, û kesên ku dikarin, dibe nekevine bin barê hicaba bi zorî de.
Di heman demê de, hinek ji çalakên mafên jinan di Îranê de, karekî wiha li dijî berjwaendiyên jinan dizanin, û bawar in ku tenê encama vî karî, îzolebûna jinên Îranî dibe.