۱۳۹۵/۰۷/۱۳


Zarokên Helebê di xwendingehên bin’erd de jî dibin armanca êrîşan

Zarokên Helebê di xwendingehên bin’erd de jî dibin armanca êrîşan

Kurdistanmedia: Rûsiye û Sûriye bi bombeyên çeperşikên, emanê nadin zarokên Helebê di xwendingehên bin’erd de jî. 
Saziya “Sêyf dê çildirin” di daxuyaniyekê de ragehand ku zarokên Helebê serbarê vê ku xwe di xwendingehên bin’erd de jî diveşêrin, lê dîsan jî bombeyên çeperşikên ên Rûsiye û Sûriyê emanê nadin wan. 

Vê saziya xeyrî dewletî, bikarîanîna van bombeyan, wekî cinayeta şer bi nav kiriye. 

Di doma daxuyaniya vê saziyê de hatiye ku: “Xwendingehên rojhilata Helebê, biryar bû ku roja Şemiyê dest bi karên xwe bikin, lê bi sedema êrîşên hovane bo ser bajar, daxistî man, û nêzî 100 hezar zarok ji perwerdehiyê bêpar man”. 

Zêdetir ji hefteyekê ye ku hêzên dewleta Sûriyê bi piştevaniya hêza esmanî ya Rûsiyê, êrîşeke mezin bona kontrolkirina bajarê Helebê dest pê kirine. Ew herêma ku niha di destê dijberên Sûriyê de ye, 250 hezar xelkê sivîl tê de dijîn. 

Her di vê derheqê de, alîkarê sekreterê giştî ê NY “Obrayn”, di warê karûbarên mirovî de ragehandiye ku rewşa niha ya Helebê, karesata herî metirsîdar ya mirovî ye ku di Sûriyê de rû daye.

Navbirî di civîna taybet ya Konseya Ewlekariya NY de jî ragehand: “Alîkariyên tendurustiyê di herêmên dorpêçkirî ên rojhilata Helebê de, dibin armanca êrîşan, û zarok xisara herî zêde di vê derheqê de dibînin”.