۱۳۹۵/۰۷/۱۳


Rikeberiya Fûtbolê di roja Tasû’ayê de nahê lidarxistin

Rikeberiya Fûtbolê di roja Tasû’ayê de nahê lidarxistin

Kurdistamedia: Serbarê gefxwarin û hewlên tevalî yên aliyên curbicur ên ser bi rejîma Îsalmî ya Îeranê, lê FÎFA teslîmî gefên rejîma Îslamî ya Îranê nebû û rikeberiya Fûtbolê ya di navbera Koreya Başûr û Îranê de, di dema diyarîkirî ya xwe de, wate roja Tas’ûayê de wê birêve here.
Serokê Şêvra Bilind ya Civaka wanebêjên Nawenda wanegotin û Fêrkariya Qomê ragehand ku, wezîr û tev aliyan, hemû hewlên xwe xistine kar da ku rikeberiya navbirî, di wî rojî de nehê lidar xistin, lê hatiye eşkerekirin ku berwarê birêveçûna vê rikeberiyê, 4 salan berî niha hatiye diyarîkirin û careke din nahê guhertin.

Mihemmed Yezdî di vê derheqê de rû li Wezîrê Werzişê dike ku dibêje ku; Komara Îslamî di bin siya Moherem û Seferê de gehîştiye encamê û em niha jî di bin siya Îslamî û şoreş û Aşûrayê de dijîn, lewra eva ku hûn dibêjin em nikarin vê rikeberiyê di rojeke din de birêve bibin, ne bersivek di cihê xwe de ye.

Yezdî herweha bi fermî daxwazê li wezîrê Werzişê dike ku, xwe ji pişikdarî û birêvebirina di wî rikeberiyê de biparêzin.

Her div ê derheqê de “Mêhdî Tac” ê serokê Federasyona Fûtbolê ya Îranê ragehand ku, me div ê derheqê de bi hevkariya Wezareta Karê Derve yê Îranê, daxwaz ji serokê federasyona navnetewî ya FÎFA yê jî kir, lê daxwaza me nahet pejirandin, jiber ku berwara birêvebirina rikeberiyê 4 salan berî niha hatiye diyarîkirin.

Navbirî di doma gotinên xwe de got, li hemberî gefa vekişyana Îranê di wan rikeberiyan de gotine me ku, hekî Îranm xwe paşde bikişîne, wê encamp bo Îranê bibe 3 şikistên 3 lihember sifir.