۱۳۹۵/۰۷/۲۴


Erdoxan ji helwesta Kilnîton ya li derbarê Kurdan de nerazî ye

Erdoxan ji helwesta Kilnîton ya li derbarê Kurdan de nerazî ye

Kurdistanmedia: Erdoxan serkomarê Tirkiyê ji pêşniyara Hîlarî Kilînton ya li derbarê çekdarkirina hêzên Kurdî di Sûriyê de, nerazî, û nîgeran e. 
Hîlarî Kilîntonê roja Yekşemiyê di “dîbeyt” a digeê Tramp de ragehand, ku ewê piştgiriyê bike ji dayîna çek û teqemeniyan bi Kurdan li dijî DAÎŞ’ê. 

Hîlarî Kilîntonê ragehandibû ku Kurd di Sûriyê de hevalbendê me ê herî baş in, û ez agehdarê nîgeraniyên di vê derheqê de me. 

Erdoxan di axavtinên xwe de, ragehandiye ku ew gotinên Hîlarî Kilntonê cihê matmayînê ne, û nîşana bêtecrubeyiya navbirî ya siyasî ye. 

Amerîka ji hêzên demokratîk ên Sûriyê piştgirî dike, ku ji Kurd û Ereban pêk tê. 

Piştevaniya Amerîkayê ji Kurdên Rojavaya Kurdistanê, pêwendiyên di navbera Tirkiye û Amerîkayê, du endamên Natoyê di gel kêşeyan berbirû kiriye.