۱۳۹۵/۰۷/۲۴


Muqteda Sedr: Dibe Tirkiye bilez hêzên xwe ji Îraqê vekişîne

Muqteda Sedr: Dibe Tirkiye bilez hêzên xwe ji Îraqê vekişîne

Kurdistanmedia: Muqteda Sedr rêberê tevgera Sedr ya Îraqê daxwaz ji serkomarê Tirkiyê kir, ku bilez hêzên xwe ji binkeya Be’işîqe vekişîne.
Di van rojên dawiyê de, kêşe û nakokiya di navbera Bexda û Enqerê li ser mana hêzên Tirkiyê di binkeya Be’işîqe de zêde bûye. Heyder Îbadî serokwezîrê Îraqê bi awayekî fermî daxwaz kir ku Tirkiye ji Îraqê de derkeve, lê serkomarê Tirkiyê di bersivê de gotibû ku: “Hedê xwe bizane”. 

Tirkiye radigehîne ku ew li ser daxwaza serokê Herêma Kurdistanê çûne nava xaka Îraqê de. Gefa Muqteda Sedr li dijî Erdoxan di demekê de ye, ku navbirî yek kesên nerazî ji destê dewleta Îraqê ye. 

Navbirî di mehên borî de, digel bi hezaran kesî ji alîgirên xwe aliyê kêm du caran di Bexdayê de, li dijî gendeliya di nava dem û dezgehên dewletî de, xwepêşandan bi rê ve birin.

Ji sala 2003’an ve, dewleta nawendî ya Îraqî hêz û şiyana xwe ya kuntrolkirina herêmên li jêr deshilata xwe de ji dest daye.