Pasdarekî terorîst yê hêzaê Quds di Sûriyê de hate kuştin

Kurdistanmedia: Li gor rapora nûçegihaniyan ya rejîma Îranê,pasdarekî terorîst xelkê bajarê Berxiwar a ser bi Parêzgeha Îsfehanê,di şer û pevçûyîna Sûriyê de hatiye kuştin.
Nûçegihaniya “Tesnîm” a ser bi Spaha Pasdaran a terorîst a Îslamiya Îranê,di raporekê de balav kiriye ku;pasdarekî terorîst bi navê “Hemîd Xademî” ku mil bi milê hêzên Esed di Sûriyê de li dijî Opozisyona wî welatî şer dikir,hate kuştin.
Di destpêka raperîna xelkê nerazî ên Sûriyê de,pasdar û besîcên rejîma Komara Îslamî bi rêbazeke eşkere û mil bi milê rejîma Beşar Esed,li dijî Opozisyona rejîma Be’is a Sûriyê şer kirine.
Gordana Fatimiyûn di nav axa Sûriyê de ji leşkerên Îranî û Efxanî pêk tê.
Hêzên Spah û Besîcî yên rejîma Îranê di çarçoveya girûpekê weke “Gordana Fatimiyûn” yan jî bi navê din “Piştevanî kirin ji herêma Hezretê Me’isûme” bi mabesta piştevanî kirin ji rejîma Beşar Esed,di şerê Sûriyê de beşdar in, û mil bi milê hêzên rejîma Sûriyê,hemwelatiyan dikujin.
Karnas behs ji vê yêkê dikin ku;rejîma Îranê serbarê vê ku xerceke zêde di Sûriyê de dikin,lê belê bi destêwerdana berfireh a Tûrkiye û Rûsiye,rola Îran di wî welatî de kêm bûye,ev yek jî cihê metirsiyê ye li ser berjwendiyên Teran û dorandina Xamineyî de.