Li Enqerê teqîneke xwekujî rû da

Kurdistanmedia: Îro du xwekujan li nêzî riya “heymene” ku dikeve 70 km Enqerê, piştî dorpêça hêzên ewlekariyê, xwe teqandin, û demildest jiyana xwe ji dest dan.
Derheq vê êrîşê de, waliyê Enqerê Ercan Topaca ragehand ku zanyarî gihabûne me ku xwekuj ji Amedê bi rê ketine, û dixwazin ku li Enqerê de xwe biteqînin, lewra me amadekarî bona pêşîgirtina ji vê êrîşê kiribûn.
Navbirî herwisa ragehand ku navê yek ji wan xwekujan, Harûn Eslan xelkê Çewlikê ye, û ê din jî jinek e bi navê Mahîde Ataş, û renge kesek din jî digel wan bûbe.
Waliyê Enqerê bas ji vê jî kir, ku ew xwekuj bi barhilgirekê ku 200 kg TNT tê de hebû, ber bi Enqerê bi rê ketibûn, û alaya Tirkiyê jî li ser vê barhilgrê hildabûn.
Li gora van zanyariyan, xwekujan nekariye ku armanca xwe bipêkin, lewra neçar bûne ku xwe biteqînin.
Çend roj berî niha jî teqînek li Stenbolê pêk hatibû. Tirkiye ku di dema ragehandina proseya bi navê “proseya çareseriyê” de gellek aram bibû, û rewşa aborî û ewlehiyê bibû sedema kêfxweşiya hemû akinciyên Tirkiyê, û Bakura Kurdistanê, lê piştî vê ku cardin şer di vî welatî de dest pê kir, hem rewşa aborî ber bi xirapiyê ve çû, û hem jî rewşa ewlehiyê ji salên borî gellekî xiraptir lê hat, jiber ku şer kete nava bajaran de, û berdewamiya teqînan, bi taybetî teqînên xwekujî, rewşa Tirkiyê jî wekî ya Sûriyê di destpêka şer de dibe.