۱۳۹۵/۰۷/۲۰


Sipaha Pasdaran daxûyaniyek li dijî Amerîka û Îsra’îl û Erebistanê weşand

Sipaha Pasdaran daxûyaniyek li dijî Amerîka û Îsra’îl û Erebistanê weşand

Kurdistanmedia: Sipaha terorîst ya Pasdarên rejîma Îranê di daxûyaniyekî de, deshilatdarên Erebistana Si’ûdî bi kuştina tazîdarên Husêynî li Sen’ayê tometbar dike û vê kuştarê bi cînayet dide zanî.
Nawênda nûçegihaniya “Sipah news” ragehand, di daxûyaniya Sipahê de hatiye ku; “Siyaseta Amerîkayê di cîhana Îslamê de bûye sedema koştara bikom ya Bisulmanan”.

Daxûyanî Sipaha terorîst ya Pasdaran bas ji vê dike ku, cînayetên bihevre girdayî yên Koşka Sipî, xincî Efxanistan û Îraq û Lubnan û Felestîn û Sûriye û Lîbî û Behrêynê, û di salên dawiyê de li Mina û Mekkê, niha bi awayê herî tund dest avêtiye komkûjiya xelkê Yemenê.

Sipaha Rejîma Îslamî ya Îranê tekezê dike ku, deshilatdarên Erebistanê bona qerebûkirina şikestên xw di cîhana Îslamê de, bi piştevaniya Îsra’îlê, xelkê Yemen û Sûriye û Îraqê dikuje û kuştara tazîdarên Husêynî li bajarê Sen’a ya Yemnê jî, deshilata Erebistanê pêngavek ji herifînê nêzîktir kir.

Rejîma Îslamî ya Îranê û bitaybetî Sipaha terorîst ya vê rejîmê, di demekî de vê daxûyaniyê belav dike ku, destêwerdanên wan di karûbarê Sûriye û Îraq û Yemnê de di 10 salên derbazbûyî de, bûne sedem ku bi sedan hezar kes ji xelkê wan welatan bi awayên curbicur bên komkujî kirin, û her 3 welat ber bi wêraniyê ve herin.

Mînakên herî berçav cînayetên Sipaha terorîst ya Quds in di Sûşriyê de, ku rojane mediyayên cîhanî bas jî dikin ku, çava di pêxema siyasetên xwe yên zêdexwaziyê de, xwîna xelkê belengaz yê Sûrî dirêjin.