Endamekî şêvra Merîwanê dest di girtina hevwelatiyên wî bajarî de hebûye

Kurdistanmedia: Yek ji endamên Şêvra Bajarê Merîwanê ku kirêgirtiyekî rejîmê ye, dest di girtina hevwelatiyên vî bajarî de hebûye.
Li gora nûçeya ku gihaye malpera Kurdistanmedia, kesek bi navê Luqman Kerîmzade endamê Şêvra bajarê Merîwanê ku hevdem wekî kesekî xirab û kirêgirtî hatiye naskirin, di dema meşên Merîwanê di heyama çend rojên borî de, kar ji bo Îtila’ata Spaha Pasdaran a rejîmê kiriye.
Ew kirêgirtiyê rejîmê dest hebûye di girtina xelkê de, û ji bilî xwe, çend kesên din jî rasipartiye ku wêne û fîlman ji xwepêşandanê bigrin.
Herwisa ew mohreyê rejîma Îranê kesên çalak destnîşan kiriye ku piştre ji aliyê rejîmê ve bêne destbiserkirin. Çend rojan berî niha hevwelatiyên bajarê Merîwanê derheq xemsariya berpirsyarên rejîm aÎranê derheq vê bûyera dilêş ya ku di encama hatûçûna tankerên sotemeniyê çêbû, meşa nerazîbûnê bi rê ve birin.
Di vê derheqê de 5 kes ji çalakên kempeyna “na bo tankerên mirinê” wekî edmîna vê kempeynê di kanala telegramê, di mala we de ji aliyê hêzên Îtila’atî ve hatin destbiserkirin.
Piştî destbiserkirina van 5 hevwelatiyên Kurd dezgeha dadweriya bajarê Merîwanê bo berdana her yek ji wan çar kesan daxwaza danîna zemaneta 50 milyonî kiribû.