Dewleta Yemenê dixwaze rê ji hatin û çûyîna gemiyên Îranî di avên Yemenê de bigire

Kurdistanmedia: Nawenda Nûçegihaniya Yemenê ragehand ku, kabîneya dewleta Yemenê di daxûyaniyekî de daxwaz ji Kowalisyona Erebî kiriye ku rê ji hatina gemiyên rejîma Îsalmî ya Îranê bo nava avên Yemenê de bigire.
Roja Çarşemî berwarê 12’ê Çiriya Pêşîn ya 2016’an, dewleta Yemenê daxwaz ji Kowalisyona Erebî bi serokatiya Erebistanê kir ku, avên Yemenê ji hatina gemî û paporên Îranê biparêze û hevdem ragehand ku, ew wê binpêkirin û bezandina avên Yemenê ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve, bike sikala û bon Şêvra Ewlekariyê ya ser bi “NY” bilind bike.
Eva di demekî de ye ku çend rojan berî niha jî wezîrekî dewleta Yemenê ragehand ku, du gemiyên Îranê sînorên avî yên Yemenê bezandine û eva jî bi “Binpêkirina Eşkere ya mafên navnetwewî” tê hesibandin.
Dewleta Yemenê di daxûyaniya xwe de herweha, rejîma Îslamî ya Îranê bi destêwerdanên di karûbarên Yemenê de û destdirêjiya bo avên Yemenê û şandina çek û teqemeniyan bo çekdarên Hûsiyan, û herweha kiryarên sîxoriyê, ji rêya gemiyên masîgirtinê ve, tawanbar dike.
Eşkere ye ku destêwerdanê rejîma Îslamî ya Îranê, ne tenê ewlehiya Yemenê, belkî welatên Sûriye û Îraq û Lubnan û Felestîn jî ber bi wêranî û şerê navxwe ve birine.