۱۳۹۵/۰۷/۲۲


Amerîkayê êrîşî ser hevalbendê Spaha Pasdaran kir

Amerîkayê êrîşî ser hevalbendê Spaha Pasdaran kir

Kurdistanmedia: Piştî vê ku Husiyên Yemenê êrîşeke mûşekî kirin ser “navşikên”eke Amerîkayiyan, Amerîkayê jî gefa tolhildanê li wan xwar.
NûçegihaniyaFransayê di vê derheqê de ragehand ku Amerîkayê wekî tolhildan, êrîşî ser binkeyên “Ensar Ellah” a Yemenê kir.

Li gora van raporên ku belav dibin, balafirên şerî ên Amerîkayê radarên “Ensar Ellah”ê di nav xaka Yemenê de kirin armanc.

Pintagonê di vê derheqê de ragehand, ku di vê êrîşê de, sê radarên wan hatin têkşikandin. 

Di vê hefteyê de, du caran navşikênên Amerîkayê di nav “behra Sor” de, bibû armanca êrîşan. 

Berpirsyarên Amerîkayî li ser vê baweriyê ne, ku ew mûşek ji aliyê hêzên “Ensar Ellah”a Yemenê ve hatine avêtin, ku ew hêz li gora biryara Spaha Pasdaran kar û çalakiyan dike. 

Berdevkê Pintagonê pêştir hişdar dabû ku ku êrîşa li dijî “nav”ên Amerîkayî, tê wateya êrîşa li dijî Amerîkayê, ku dibe bê bersiv nemîne, û her kes û aliyekî ku ew êrîş encam dabe, xwe xistiye nava metirsiyeke mezin de.