۱۳۹۵/۰۷/۱۹


Kirmaşan di bêkarî û zoranbaiyê de mîdala zêr bi dest xist

Kirmaşan di bêkarî û zoranbaiyê de mîdala zêr bi dest xist

Kurdistanmedia: Nûçeya serkevtina Behmen Teymûrî zoranbazê Kirmaşanî, di pêşbaziyên navneteweyî ên xelata mezin a zoranbaziya “azad” a Hindustanê de, di demekê de belav bûye, ku nawenda amara Îranê ragehandiye ku Kirmaşanê pileya yekem ya bêkariyê de Îranê de heye. 
Nûçegihaniya “ISNA”yê ji zarê Mensûr Kiyanî serokê lêjneya parêzgeha Kirmaşanê belav kiriye, di pêşbaziya navneteweyî ya xelata mezin ya zoranbaziya “azad” ya Hindustanê de, Behmen Teymûrî di kêşa 74 kg de, karî ku bi ser rikeberên xwe de serkeve, û mesala zêr ya van pêşbaziyan bi dest bîne. 

Belavbûna vê nûçeyê hevdem bû digel belavbûna rapora herî nû ya nawenda amar a Îranê, derheq rewşa bêkariyê, li Îranê, ku di nava hemû parêzgehên Îranê de, Kirmaşanê pileya yekem bi dest xist, û karî ku bi nirxa %19.2 wekî derbazbûyî bi bê rikeber serokê lîsteya bêkarên Îranê be. Eva jî di demekê de ye ku di Buhara sala 1394’an de, nirxa bêkariyê di vê parêzgehê de, %13.7 bû, wate di heyama yek salî de, geşeya bêkariyê li Kirmaşanê %15.5 bûye!. 

Parêzgeha Kirmaşanê bi rûberê 24640 kîlometra çargoşe 17’ehemîn parêzgeha Îranê di warê rûberê xwe de ye, ku ji bilî komek şûnwarên dîrokî û xwezayî wekî rewşa baş bo kertê geştyarî û hebûna hêza mirovî ya baş bo vegeşînê, xwediyê çendîn kangehên dewlemend wekî petrol, gaz, hesin, sorb, Gûgird, alomît, kowartirît û …hwd ye, û di warê ajeldariyê û çandiniyê û baxdariyê de, xwediyê rewşeke baş e, lê tu carî wekî hewce guh nedanê, ku encama wê jî bêkariya bê reje ye.