Li Serdeştê êrîş kirine ser binkeyeke Spaha Pasdarana Rejîma Îranê

Kurdistanmedia: Komek çekdarên nenas êrîş kirine ser çend cihên nav bajarên Rebetê.
Li gor nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê,şeva Duşemiyê 18’ê Rezberê 1395’an ji aliyê çekdarên nenas ve, êrîş bo ser çend cihên di nava bajarê Rebatê de hate kirin, û heya demekê pevçûn çêbû.
Nûçegihanê Kurdistanmedia,di vê debarê de ragihand ku ev êrîşe li ser binkeyên Spaha Pasdaran a terorîst ya Rejîma Îranê ya li kêlega dermanxaneya “Rûstayî” û binkeya “polîs” hatiye kirin.
Li gor agahiyan,di heyama vê êrîşa ser binkeya Spaha Pasdaran a Rejîma Îranê,kesek bi navê “Ezîz Qadirî” ku yek ji wan kesên bikirêgirtî ê kevin yê Rejîmê ye, bi awayekî tund birîndar dibe ,û ev veguhestine nexweşxaneya bajarê Urmiyê.
Piştî vê bûyerê berpirsê Rejîma dagîrker ya Îranê bi mabesta ji rê dersitina bîr û baweriya giştî li hemberî “Rasan” (rabûn) a Partiya Demokrata Kurdistana Îranê,bombeyek li nêzîkî dermanxaneya vî bajarî de teqandine.
Hemwelatiyên bajarê Rebetê radigihînin ku danîn û teqandina vê bombeyê karê Rejîmê ye,ev jî bi mebesta lekedarkirina navê PDKÎ.
Herwiha Bazên Zagrosê radigihînin ku,em hemû cure karên bi vî awayî di Kurdistanê de bi tundî red dikin, û wekî pilanên veşartî yên Komara Îslamiya Îranê dizanin, ku li dijî tevger û xelkê Kurdistanê ye.