“YE” seba êrîşên bo ser hevkariyên mirovî hoşdariyê dia Sûriyê

Kurdistamedia: “YE” bi fermîn daxwaz ji rejîma Beşar Esed kir ku, dawiyê bi êrîşên xwe yên esmanî bo ser bajarê Helebê bîne.
Piştî vê ku roja Sêşemî berwarê 20’ê Îlonê hêzên esmanî yên ser bi rejîma Beşar Esed êrîş birin ser karwanê alîkariyên mirovî li Helebê, Yekitiya Ewrûpayê bi fermî daxwaz ji rejîma Beşar Esed kir ku dawiyê bi êrîşên xwe bo ser wan deveran bîneku terorîst lê nine.
“Fêdêrîka Mogêrênî” berpirsa karûbarên siyaseta derve ya “YE” û herweha “Kirîstoz Stîliyanîdzî” yê endamê Komisyona Hevkariyên Mirovî û Birêvebirina Kirîzên “YE”, seba êrîşên esmanî ên balafirên rejîma Beşar Esed bo ser karvanê hevkariyên mirov li Helebê, daxûyaniyek hevpar belav kirin.
Daxûyaniyê serbarê vê ku amaje bi vê yekê dike ku, êrîşên esmanî bo ser karvanê mirovî li bajarê Helebê nahê qebûlkirin, tekezê dike ku hewce ye alîkariyên mirovî bi awayekî parastî bo hemû deverekî Sûriyê bê şandin û gerek bigîje destê hemû kesekî.
Di beşek din ya daxûyaniyê de hatiye ku, hewce ye ku xelkê sivîl û herweha kesên ku alîkariyên mirovî vediguhêzin, bên parastin.
Wan du perpirsên “YE” di dawiyê de sersaxiyê dibêjin malbat û kesûkarên qurbaniyên vê erîşa esmanî li Helebê.