Xumeynîzm, çavkaniya tundajotiyê ye

Kurdistan Media: Wezîrê Derwe yê Erebistana Seûdî, rejîma Îranê bi çavkaniya fitne, alozî û tevliheviya li dever û cîhanê de da zanîn û ‘’Xumeynîzmê’’weke îdeolojiya tundajoyî û tayfegerayî’yê nav kir.
Li gorî raporên belavbûyî, rojnameya ‘’Wal Strît Jornal’’ gotarek Adil Elcubeyr weşandiye ku têde hatiye ‘’Rejîma Îranê yekem dewleta piştewanê terorîzmê li cîhanê de ye û rêberên wî welatî li destpêka avabûna rejîma Îranê ve rasterast li piraniya kiryarên terorîstî de dest hebûne’’.
Wezîrê Derwe yê Erebistanê herweha daye zanîn ku ‘’îdeolojiya Xumeynîstî ku îdeolojiya fermî ya Komara Îslamî ya Îranê û kerb û kîna ji rojava ye, li ser bingeha teyfegerî û tundajotiyê hatiye avakirin û tenê bi jinavbirina vê îdeolojiyê, aştî û aramî dikare vegere dever û cîhanê.
Navhatî herweha eşkere kiriye ku rejîma Îranê heya niha êrîşî ser 12 balyozxaneyan li Tehranê de kiriye û Sipaha pastaran jî nawendên binav çandî ên xwe di gelek welatên weke Sûdan, Nîciriye, Sûriye, Lubnan, Yemen û Girava Komor de cihgîr kirine.
Adil Elcubeyr di berdewamiya nivîsa xwe de dibêje ku rejîma Îranê ji alava terorîzmê bona pêşdebirina siyasetên dujminkarane ên xwe mifahê standiye û ger rejîma Îranê dixwaze rastbêjiya xwe di şerê cîhanî ê dijî terorîzmê de biselimîne, dibe rêberên Elqaîde’yê ên wekî Seid Binladin, Seyf El’idl û ..., ku li Îranê de tên êwirandin, radestî civaka navnetewî bike.
Ew herweha Îranê bi şirîkê cinayet û kuştarên rejîma Esed li Sûriyê de dide zanîn ku heya niha zêdetirî 500 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.