۱۳۹۵/۰۷/۰۱


Firanswa Oland: Rewşa Sûriyê ‘’xalek reş û şermezariya’’ji civaka cîhanî re ye

Firanswa Oland: Rewşa Sûriyê ‘’xalek reş û şermezariya’’ji civaka cîhanî re ye

Kurdistan Media: Firanswa Oland, serkomarê Firansayê di axaftina xwe li Civata giştî ya NY de ji rêberên cîhanê xwast ku çiqas zûtir, riyekê ji bo dawîanîna bi şerê navxweyî ê Sûriyê vebînin.
Oland li civata giştî ya NY li Niyoyorkê de rewşa Sûriyê bi xalek reş û cihê şermezariya civaka cîhanî da zanîn.

Serkomarê Firansayê got: ‘’Ez dixwazim îşare bi xalekê bikim! Êdî bes e. Weke 7 mehan berî niha ku agirbendê tenê du rojan dewam kir, dîsan jî Sûriye agirbend şikand. 

Wî da zanîn ku piştewanên derekî yên rejîma Sûriyê divê dewleta wî welatî neçar bi pejirandina aştiyê bikin, berevajî wê, ew bi xwe jî li ya ku li Sûriyê de diqewime, berpirsiyar in.

Oland herweha daxwaz ji Amerîkayê kir ku berdewam be li ser alîkariyên xwe bi opozîsyona nermrew a Sûriyê, herweha daxwaz kir ku xwe biparêzin ji alîkarîkirina bi aliyên ku cudahiyek wusa bi Daiş’ê re ninin.

Dewleta Firansayê yek ji endamên girîng û sereke di hevalbendiya navneteweyî li şerê dijî Daiş’ê de ye, lewma jî ew welat li van salên dawîn de bûye armanca êrîşên terorîstî ên endamên Daiş’ê.