۱۳۹۵/۰۶/۲۱


Serokê CIA’ê ragihand ku Îraq û Sûriye yekîtî û yekparçeyî a xwe ji dest didin

Serokê CIA’ê ragihand ku Îraq û Sûriye yekîtî û yekparçeyî a xwe ji dest didin


Kurdistan Media: Can bêrnan, Serokê dezgeha îstixbaratî ya Amerîka (CIA) da zanîn ku êdî îmkana vejandina Îraq û Sûriyê wekî welatên yekparçe û yekgirtî nemaye û piştewaniyê ji guherîna sîstem û parvekirina van welatan dike.
Ew rayedarê Amerîkî di got û bêja bi weşana CTC re daye xuya kirin ku ev du welat li çend salên derbasbûyî de tûşî şer û pevçûnên navxweyî, xwînrêjî û kawilkariyan hatine û her ku diçe jî, pêkhateyên netewî û mesebî yên van welatan ji hev dûrtir dikevin û nagehin tifaqan, lewma êdî îmkana mana van du welatan bi awayê yekgirtî û yekparçe li jêr desthilta dewletên nawendî de nemaye.

Ew herweha kurdan bi mînak tîne ku niha li Îraqê de mafê federaliyê û li Sûriyê de jî xwedî otonomî ne û dibe ku li pêşerojê de herêmên din jî bibin xwedî mafên wusa û ew welat parçe bibin.