Ceribandinên navikî yên Kureya Bakûr berdewam in

Kurdistanmedia: serbarê qedexekirina navnetewî ya ceribandinên navikî yên Kureya Bakûr, lê wî welatî ragihand ku ji bo cara pêncemîn, di ceribandinên xwe de serkewtî bûne û mûşekên wan, karîna hilgirtina kilawê navikî jî hene.
Vê ceribandinê reaksiyonên tund û pêlek nû ji nîgeraniya civaka cîhanî li pey xwe re anî û bi tundî hate mehkûmkirin.
Li dor ceribandina mûşekî ya roja Înê (9’ê Îlona 2016’an) ya Kureya Bakûr de, ajansa navnetewî ya Vejena Navikî bi nîgeranî ve ragihand: hin belge û agahî nîşan didin ku Kureya Bakûr mijûlê berhemanîna Pilotoniyom û mehandina Uraniyomê ye.
Têkildarî vê ceribandinê, Amerîka, Birîtanya û Firansa, Kureya Başûr û Japonê daxwaz ji NY kirin ku biryarên nû û hewce derheq vê rejîma hov û yaxî de bide. Li hember de jî Piyong Yangê tevî dubarekirina gefên xwe, ragihand ku: tu karek ji destê hevrikan û NY ji bo pêşîgirtina ji me nahê.
Li vê derheqê de, medyayên Kureya Başûr hişyariyê didin civaka cîhanî, ku Kîm Cung Ûn ji hêla sor derbas bûye û riya vegerê jêre nemaye, û bi vê ceribandinê re, dikare hevkêşeyan biguherîne, lewma hewceyî helwestên tund û micidtir li hember de heye.
Nûçegihaniya Firansayê daye zanîn ku ceribandina nû ya Kureya Bakûr, bûye sedema nerazîbûna hevalbendê wê (Çîn) jî, û bi micidî mehkûm kiriye û daxwaz jê kiriye ku pabendî sozên navnetewî ên xwe li dor desthilgirtina ji çakên navikî bibe.