۱۳۹۵/۰۶/۲۱


Yûnesko: 758 milyon kes li cîhanê de nexwendewar in

Yûnesko: 758 milyon kes li cîhanê de nexwendewar in

Kurdistan Media: Bi boneya roja cîhanî ya xwendewarkirinê (Literacy Day), rêxistina îlmî, çandî û perwerdehiya NY (Yûnesko) eşkere kir ku 758 milyon kesên serweyî 15 saliyê de, şiyana xwendin û nivîsînê ninin.
Li gorî vê rapora Yûnesko’yê , rêjeya herî zêde ya nexwendewariyê li Afrîqa û Başûra Asya’yê de hatiye zanîn.

Piştî borîna 50 salan bi ser binavkirina rojek taybet bi xwendewar kirinê ji aliyê NY ve û herweha hewlên cîhanî, lê hêj 758 milyon kes li cîhanê de nikarin bixwînin û biniwîsin.

Eva li halekê de ye ku rêjeya nexwendewariyê li Îranê de ciyawaz in. Amarên fermî yên hikûmetî bas ji milyonek û 300 hezar kesên nexwendewar di Îranê de dikin, lê gorî datayên nefermî, 9 milyon nexwendewar di Îranê de hene ku serhejmariya sala 1390 a Îranê bi xwe ew yek ragihandiye. 

Li gorî amara hikûmetî di sala 1390 a rojî de ku ji zarê Elî Baqirzade, serokê rêxistina xwendewarkirinê ve di zivistana 1392 a rojî de hatibû ragihandin, 9 milyon û 719 hezar kesên nexwendewar li serweyî 6 saliyê di Îranê de hebûne, lê niha amarek pir kêmtir ji vê radigehînin. Lewma cihê pirsiyarê ye ku li midehê navbera 3 salan de çawa ye ku 7 milyon kesên nexwendewar li nav amarê de hatine derxistin û xwendewar kirin? 

Amarên hikûmetî bi xwe jî, rêjeya han li parêzgehên sînorî de pir xurt nîşan didin. Sîstan û Belûçistan, Kurdistan û Loristanê para herî zêde ya nexwendewaran ji xwe girtiye û 40 ji sedê ya xulyaqetê jêr 50 saliyê de, nexwendewar yan kêmxwendewar in û zêdeyî 100 hezar zarok ji xwendinê bêpar mane.

Li vê derheqê de, Ehed Rostemî, berpirsê nawenda lêkolînên civakî ya wezareta Kar di Îranê de daye zanîn ku dabeşkirina feqr û hejariyê jî li Îranê de newekhev e.

Amarên han nîşan didin ku rejîma Îslamî û berpirsiyarên wê li dor dabezandina rêjeya han û nehiştina diyardeya nexwendewariyê de xwedî pilan û bernameyek micid û zanistî nebûne û ninin.