۱۳۹۵/۰۶/۲۵


Mehdî Xezelî: Sipaha Pastaran û Qasim Silêmanî sebebkarê avabûna Daiş’ê ne

Mehdî Xezelî: Sipaha Pastaran û Qasim Silêmanî sebebkarê avabûna Daiş’ê ne

Kurdistan Media: Dr. Mehdî Xezelî di got û bêjekê de bas ji şer û aloziyên li Sûriye û Îraqê de dike ku berhema şaşiyên stratejîk ên Sipaha Pastaran û Qasim Silêmanî ne û ger ew nebûna, niha tiştek bi navê Daiş’ê nedibû. 
Dr. Mehdî Xezelî, çalakê siyasî û birêveberê weşanxaneya ‘’Heyan’’ û avakarê saziya Şandî hunerî ya ‘’Eba Salih’’di gotûbêjek xwe de bi ‘’DORR TV’’ re, şerê li Sûriyê de bi durust nizane û dide zanîn ger ku destwerdanên Sipaha Quds û fermanderên wê nebûya, Buhara Erebî li sala 2013’an de bi ser diket, Beşar Esed û rejîma dîktatore wî jî dilhiloşiya û tu berjewendiyên Îranê jî nediketin metirsiyê.

Li gor wî, Îranê serê 30 salan bi xwerayî nefta xwe dida Sûriyê, ger heman neft bi desthilata piştî Esed jî bidaba, dê baştir berjewendiyên me hatiban parastin.

Ew, şerê li Sûriye û Îraqê de bi şaş û demdirêjbûna wê jî dixe stûyê Sipaha Pastaran. Xezelî dibêje şerê 8 salî yê me kêm nebû ku yê 5 salî li Sûriyê jî pê re zêde bû, ji ber ku bûtce û têçûya hemû şerê Sûriyê, Îran dide. 

Mehdî Xezelî li doma gotinên xwe de, her du aliyên şer li Sûriyê de, bi Daiş’ên Sune û Şîe bi nav dike ku ewlehiya cîhanî xistine metirsiyê, û ji bo wê jî, Sipaha Quds û Qasim Silêmanî bi berpirsiyar dizane.

Mehî Xezelî, Qasim Silêmanî wekî dînekê dişibîne ku bi xistina kewirekê bo binê bîrê de, sed aqil nikarin derbînin. Li gor Xezelî, Siyaseta han li pêşerojê de, dibe sedema dujminatîkirina xelkê Sûriyê bi Îranê re.