Bankên Ewropî xwe ji alîkariya bi Îranê re diparêzin

Kurdistanmedia: "Perwîz Eqîlî" birêveberê banka Rojhilata Navîn li Tehranê, ragihand ku serbarê lihevhatina navikî, lê heta niha jî bankên Ewropayî ji ber tirsa ji dorpêçên yekalî ên Amerîka li dijî Îranê, xwe ji hevkariya bi vî welatî re diparêzin.
Li gorî raporên belavbûyî, "Eqîlî" daye zanîn ku heya niha tenê çend bankên biçûk ên Ewropî amadeyî alîkariya bi Îranê re bûne.
Karnasekî warê bank bi nûçegihaniya Firansayê re daye zanîn ku tenê du bankên biçûk ên Austoryayê û Îtaliyayî û 5 bankên Almanî, Biljîkî û Tirkî amadeyê alîkariyên bi Îranê re bûne.
Wî daye zanîn ku van bankan, şert û mercên hewce ji bo sermiyandanîna li pirojeyên mezin ên aborî de ninin.
Li vê derheqê de Hesen Rohanî, serkomarê Îranê daye zanîn ku nûjenkirina wî welatî û vajandina aboriya wê hewceyî 30 – 50 mîlyard dolar sermiyana derekî heye. Lê gihîştina bi vê armancê bêy alîkariya bankên mezin ên navneteweyî nemumkin e.
Eladîn Birûcirdî, serokê Komîsyona Ewlehiya Netewî û siyaseta derekî ya Meclîsê li vê derheqê de daye zanîn ku ‘’astenga herî mezin li pêşberî alîkariya bankên navneteweyî bi Îranê re, xizînedariya Amerîkayê ye û ku dorpêçên yekalî li ser Îranê de sepandine û pêşî ji alîkariyên bankên navnetewî bi rejîma Îslamî ya Îranê re digre.
Amerîkayê li dor bernameya mûşekên Balestîk, piştewaniya ji terorîzmê û binpêkirina eşkere ya mafê mirov, dorpêçên berfireh bi ser Îranê de sepandine.