Kirêgirtiyek din ê rejîmê cezaya xiyanetên xwe wergirt

Kurdistan Media: ‘’Teyrêz Zagrosê’’ li devera Hewraman kirêgirtiyek rejmê bi cezaya xiyanetên wî bi gel û nîştiman gihandin.
Li gorî van zaniyariyên ku ji aliyê ‘’Teyrên Zagrosê’’ ve belav bûne, demjimêr 2’ê piştînîvroya roja Pêncşemî, 22’ê Îlona 2016’an, caşekî naskirî yê gundê ‘’Kelcê’’ya devera Hewramanê bi navê ‘’Nesredîn Secadî’’ kete ber destrêja Teyrên Zagrosê û bi sizayên tawanên xwe li hember xak û nîştiman de gihîşt.
Şeva Înê, 16’ê Îlona 2016’an jî, Teyrên Zagrosê li gundê ‘’Gilolana Jorîn’’a ser bi bajarê Bokanê, du caşên wî gundî jî bi navên ‘’Hidayet Husênî’’ û ‘’Ezîz Husênî’’ kirine armanca xwe.
Li heyama çend mehên derbasbûyî de, Tyerên Zagrosê li seranserî Kurdistanê çendîn êrîş kirine ser hêzên rejîmê û heya niha jî bi dehan kes ji kirêgirtî û hêzên rejîmê bi destê Teyrên Zagrosê hatine kuştin û birîndar kirin û bi cezaya xiyanetên xwe gihîştine.
Teyrên Zagrosê xwe weke hêzek piştewanê tevgera rewa û berheq ya xelkê Kurdistanê pênase dikin.