Katolonya pêngavek din ji serbixweyiyê nizîk dibe

Kurdistan Media: Di çarçoveya hewl û xebatên herêma Katolon ya Îspaniya ji bo xweseriyê’yê, karta nasnameyê ji bo hevwelatiyên Komara Katolonya tê çêkirin û ji bo vê armancê jî qasê 9 milyon Euro ji aliyê hikûmeta xwecihî ya Katolonya hatiye terxan kirin.
Serbarê rêgiriyên dadgeha destûrî û hikûmeta Îspaniya li hemberî hewlên serbixweyî a herêmê, hikûmeta xwecihî ya Katolonya berdewam e ji avêtina gavên ji bo ragihandina Komara Serbixwe ya Katolonya ku 5 sal in dest pê kirine, lewre ji bo vê armancê dest bi çêkirina karta nasnameyê ji hevwelatiyên xwe re dikin.
‘’Çarlês Poygdîmont’’ serokê herêma Katolnoya bi armanca diyarîkirina nexşeriya serbixweyiyê li meha Adarê de dezgehek ava kir ku armanc jê, çêkirina nasnameyê ye ji bo hevwelatiyên Komara Katolonyaya pêşerojê.
Rojnameya Lavangwardiya bi piştgirêdan bi çavkaniyên hikûmetî ên Katolonya, daye zanîn ku qasê 9 milyon Euro weke bûtce ji bo çêkirina wan nasnameyan terxan kirine.
Li gorî zaniyariyan, ew hevwelatiyên ku karta pênasê bi wan re tê dayîn, nahên neçar kirin ku dev ji mafê hevwelatîbûnê ya Îspaniya berdin, li qonaxa yekem de, ew karta nasnameyê ji wan hevwelatiyan re tê dayîn ku li Katalonyayê de ji dayîk bûne û li wir dijîn, yan jî dê û bavê wan xelkê Katolonya bûne. Herweha li qonaxa duyem de, ji kesên ku akinciyê Katalonya ne û paşan çûne derweyî welat, tê dayîn.