۱۳۹۵/۰۷/۰۳


Çalakekî kedkarî koça dawiyê kir

Çalakekî kedkarî koça dawiyê kir

Kurdistan Media: Yek ji çalakvanên kedkarî li bajarê Sine bi sedema nesaxiya Gurçikan koça dawiyê kir.
Roja Pêncşemî, 22’ê Îlona 2016’an, yek ji çalakvanên kirêkarî ê xelkê gundê ‘’Nayser’’a ser bi bajarê Sine, bi navê Nesrula Fethî bi sedema nesaxiya Gurçikan jiyana xwe ji dest da.

Komîteya hevahengî ji bo avakirina rêxistinên kedkarî daye zanîn ku navhatî bi sedema jidestdana yek ji gurçikên xwe li serdema hepsîbûna xwe de, serê salekê bû ku rewşa tendurustiya wî nebaş bibû.

Nesrula Fethî, heyamê du salan, anku ji sala 1361 heya 1363’an bi tometa çalakiyên siyasî li girtîgehên rejîma terorîstî a Xumênî de zîndanî bibû û bi sedema îşkence û azaran ve, rastî nesaxiyê hatibû û yek ji gurçikên xwe ji dest dabû.

Her li vê derheqê de, li meha Gelawêj a derbasbûyî de jî, çalakvanekî kedkarî bi navê Umer Şakirî li bajarê Seqizê de bi sedema rawestana Dil jiyana xwe ji dest dabû.