۱۳۹۵/۰۶/۱۳


Îsra’îl wê 20 milyon Dolarî bide Tirkiyê

Îsra’îl wê 20 milyon Dolarî bide Tirkiyê

Kurdistanmedia: Îsra’îl wê 20 milyon Dolarî wekî xeramet, wê bi demalbatên goriyên gemiya “Mermerê”.
Li gora nûçegihaniyan, serkomarê Tirkiyê pêşniyara dana 20 milyonî ji aliyê hikûmeta Îsra’îlê ve erê kir, û di heman demê de lihevkirineke alîkariyan jî di navbera Tirkiyê û Japonê, û Tirkiyê digel Vênzoêlayê jî îmze kir. 



Tirkiye wê zanyariyên pêwîst derheq şêweya dana vî pereyî bi malbatên qurbaniyan, ji riya dîplomatîk ve, wê bide Îsraîlê, lê Îsra’îl jî ji dema îmzekirina vê lihevkirinê ve, bo heyama 25 rojan dibe vê 20 milyon Dolarî bide Tirkiyê. 

Îsra’îl nikare biryarê li ser şêweya dana vî pereyî bi malbatên qurbaniyan bide, tenê dibe aghedar be. 

Di roja 31’ê Gulana 2010’an de, Îsra’îlê êrîşî ser “nav”eke deryayî ya hilgirê alîkariyên mirovdostane bo kertê Xezeyê kir, ku 663 çalakên piştevanê Felestîniyan ji 37 welatan tê de bûn. Dê vê êrîşê de 9 kes hatin kuştin. Herwisa 60 çalakên mafê mirovan û 10 Îsra’îlî jî, dê vê êrîşê de birîndar bûn.