Berpirsekî Spaha Pasdaranê bê rêzî bi Hîlarî Kilînton kir

Kurdistanmedia: “Husên Selamî” Cîgirê fermanderê Spaha teroîstî a Pasdaran a ser bi rejîma Îslamî a Îranê dibêje ku: “Hîlarî Kilîntûn”ji bo propagendeyên xwe dengê Kûçika derdixe.
Li gorî raporên ku hatine belavkirin, vî berpirsê Spaha terrorîstî a Padaranê gotye ku; Her sal 38 hezar ciwanê Rojavayî dest bi xwekujiyê dikin, û herwiha dibje ku ciwanên Rojavayî tûşî bê nasnameyî û bê exlaqiyê bûne, lêbelê tu basek derbara pirsgirêkên civakî yên di nav civaka Îranê de ku hemû sebebên wan pirsgirêkan jî birêveberên wî welatîne, nekiriye.
Di Îranê de her sal hejmarek berçav ji ciwanê wî welatî ji ber pirsgirêkên bê exlaqî, civakî, aborî û berçavnegirtina mafên neteweyên hûndir welat û xemsarya berpirsên rejîmê û herwiha di aliyekî din ve din ve, zêdebûna miaşên berpirsên payebilind û mirina xelkên bêtawan ji ber birçîbûnê, ji wan pirgirêkên dewleta Îranê ne, lê berpirsên rejîma Îranê tuyek ji wan pirsgirkêkan nabînin û bas ji pirsgirêkên welatên derdor dikin. Herçavan bab û kalên me gotine mirov derzê nav çavê hemberî xwe de dibîne lêbelê şûjinê linav çavê xwe de nabîne.