Bi hezaran mamostayên kurd ji kar hatin dûrxistin

Kurdistan Media: Wezareta Perwerdehiya Netewî ya Tirkiyê ragihand ku têkildarî dosyeya PKK’ê, 11 hezar u pêncsed mamostayên kurd ji kar hatin dûrxistin.
Li gorî ajansa Anadulo, 11 hezar û 500 mamostayên kurd bi tometa çalakiyên piştgiriyê ji partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê ji karên xwe hatin dûrxistin.
Li gorî vê çavkaniyê, tê çavnihêrîkirin ku ew hejmar ji bo 14 hezar mamostayan bilind bibe.
Piştî kûdetaya serneketî ya Tirkiyê, operasiyona girtina girtina endam û alîgirên HDP’ê û ji kardûrxistina wan derbasî qonaxek nû bûye. Li vê çarçoveyê de basa guherîna hin serok şarevaniyên HDP’ku di hilbijartinê de biserketibûn li rojevê de ye û li gava yekem de ji aliyê parêzgarê Amedê ve, serokên şaredariyên Sûr û Silîvan a Amedê ji kar hatin avêtin û bi wekalet cihê wan hat tejîkirin.