۱۳۹۵/۰۶/۲۰


Şêvra Hevkariya Kendavê bersiva gefên Xamineyî da

Şêvra Hevkariya Kendavê bersiva gefên Xamineyî da

Kurdistan Media: Şerê sar li navbera Îran û Erebistanê li ser meseleya Hecê her ku diçe germtir dibe û Şêvra hevkariya Xelîcê bersiva karbidestên rejîmê û bi taybetî Elî Xamineyî da û bi gotinên handerane, ajawegêrane û armancdar şibandin.
Rêberê rejîma Îranê ‘’Xamineyî’’ di axaftinek şerengîzane de, karbidestên Erebistanê d weke ‘’Şecereya mel’ûneya Xebîse’’ hesiband û bi rê derketiyên rûreş dan nasîn. Xamineyî daxwaz ji musilmanan û welatên îslamî kir ku berçêl û pêsîra desthilatdarên Erebistanê bigrin.

Xamineyî herweha daxwaz ji cîhana Îslamî kir ku hizrek bingehîn ji bo birêvebirina mala xwedê ‘’Hec’’ û pirsa Hec’ê bikin. 

Bi raya çavdêrên siyasî ew gotin, tên wateya desttêwerdan û baskirina ji guhertina sîstema desthilatdariyê li Erebistana Seûdî de.

Li vê derheqê de Cewad Zerîf, wezîrê derwe yê rejîma îslamî ya Îranê jî têkilî vî şerê sar bû û da zanîn ku tu lêkçûnek li navbera îslama Îraniyan û îslama wehabiyên Seûdî de nine.

Ebdulezîz Şêx, miftiyê mezin ê Erebistanê li bersiva Xamineyî de daye zanîn ku ‘’gotinên wî cihê heyrîmanê ninin, ji ber ku ew ne musilman in, belkî ew mecrûsî ne û dujminatiya wan bi musilmanan û bi tayebtî suneyan de dîrokî ye’’.

Herweha li hember van gotinan de, Ebdulletîf Elziyanî, sekreterê giştî yê Şêvra hevkariya Kendavê jî, serbarê şermezarkirina gotinên berpirsên rejîmê li vê derheqê de, ew gotin bi fitneçîtî û handerane da zanîn. herweha eşkere kir ku armanca Xamineyî, siyasîkirina Hecê ye.