Yûnîsef: 50 milyon zarok aware bûne

Kurdistan Media: Sindoqa zarokan ya ser bi NY (Yûnîsef) li nûtirîn rapora xwe de, daye zanîn ku 50 milyon zarok li seranserî cîhanê de ji warên xwe veqetiyane û aware bûne. pitir ji 28 milyon zarok jî li seranserî cîhanê de li encama şer û nakokiyan de aware bûne û metirsiya kuştin, xeniqîn, mirin, destdirêjî û qaçaxê li riyan de li ser wan bihêz e.
Li gorî agahiyan, di rapora 6’ê Îlonê ya Yûnîsefê li jêr navê ‘’cî derxistî, kirîza xurt ya zarokên mişextî û penaber’’de wêneyek metirsîdar ji rewşa bi milyonan zarok û malbatên wan hatiye nîşandan. Kesên ku li encama şer û tund û tîjiyan, bi meslehet dizanin ku hemû xeteriyekê bipejirînin û riya aware û penaberiyê bigirine ber xwe daku bext û derfetek din bo jiyana baştir ji wan re pêk were.
Li gorî rapora han, nizîk bi 50 milyon zarok ji ber şer û kirîzan ji cihwarên xwe dûr ketine ku 28 milyon ji wan bi neçarî warê xwe bi cî hiştine.
Li heman demê de hejmara zarokên ku bi tenêtî ji sînorên welatên xwe derbaz dibin, li halê zêdebûnê de ye. Li sala 2015’an de, 31 milyon zarokên penaber û 17 milyon aware li welatan de hatine tomarkirin.
Ji dîtingeha cuxrafiyayî ve, Tirkiye hejmara herî zêde ya penaberan û bi taybetî zarok li xwe de cih dane. Lê bi berçavgirtina rêjeya penaberan li hember nifûsa welat de, welatê Lubnanê zortirîn hejmara penaberan li xwe de cih daye, wate ji her 5 rûnişvanên wî welatî, kesek penaber e.
Di raporê de îşare bi Îran, Efxanistan, Pakistan, Sûriye, Tirkiye, Miyanmar, Hind, Yemen, Îraq û hin welatên din hatiye kirin. Sûriye bi tenê 5 milyon penaber li derweyî sînorên xwe hene û li gor Yûnîsefê nivîya zarokên Sûrî ên penaber li welatên cîran de akincî bûne.
Zarokên Sûrî ên penaber çi li hundur û çi li derwe de li jêr azarên cur bi cur weke beşdarkirina li nav hêzên çekdar, zewicandina li jiyê kêm, mifah standinên xirab ên karî û cinsî de dijîn.
Li rapora Yûnîsefê de hatiye ku bi giştî pitir ji 20 milyon kes li encama kirîzên Asya’yê de aware bûne û Zarok yek ji sê ya penaberan pêk tînin ku li 7 mehên destpêka 2016’an de rû ji Ewropayê kirine, bi taybetî ji welatên weke Sûriye, Îran, Îraq, Efxanistanê ve rewiyane.