۱۳۹۵/۰۶/۱۱


Berdevkê DAÎŞ’ê hate kuştin

Berdevkê DAÎŞ’ê hate kuştin

Kurdistanmedia: “Mihemed El-Ednanî” berdevkê girûpa terorîstî a DAÎŞ’ê,di bajarê Heleba Sûryê de hate kuştin.
Li gorî raporên ku Malpera “E’imal” a girêdayî bi girûpa terorîstî a dewleta Îslamî DAÎŞ’ê weşandiye,piştînîvro a roja Sêşemiyê 30`ê Tebaxa 2016`an, “Mihemed El-Ednanî” berdevkê girûpa terorsîtî a DAÎŞ’ê di dema lêgerÎneke leşkerî, di bakûrê bajarê Helebê de, bûye armanca êrîşên hewayî yên hevalbendan û hatiye kuştin.

Hejayê gotinê ye ku “El-Ednanî” berdevkê DAÎŞ’ê bûye, û herwiha erka êrîşên terorîstî yên derveyî dewleta Îslamî jî li stûyê wî bûye.

Nasnameya wî berdevkê DAÎŞ’ê wiha hatiye ragehandin, “Taha Sebhî Felah naskirî bi Ebû-Mihemed El-Ednanî, temen 39 salî, û di bakûrê bajarê Edleb a Sûryê de hatiye dinê”. 

Navbirî yek ji endamên herî hov yên DAÎŞ’ê bû,herwiha wî bi şandina peyaman ji bo dijberên xwe, gef li wan dixwar.

El-Edannî di sala 2005`an di şerê Amerîka û Îraqê de bi tawana karên terorîstî ketbû destê hêzên Emerîkaya de, û piştî derbazkirina heyama hepsa xwe azad dibe, û di sala 2013`an de, dema ku girûpa DAÎŞ`ê tê avakirin, navbirî tevlî rêzên DAÎŞ`ê dibe, û di sala derbazbûye de, bû berdevkê fermî yê wê girûpa terorîstî.

Hêjayê gotinê ye ku dewleta Amerîka di sala 2015`an de ji bo girtina Ednanî 5 milyon Dolar destnîşan kiribû.