parlemanterê HDP’ê Altan Tan: Siyasetên Tirkiyê di Sûriyê de şaş in

Kurdistanmedia: Altan Tan parlemanterê HDP’ê siyasetên Tirkiyê di Sûriyê û Rojhilata Navîn de rexne kir.
Wî parlemantarê HDP’ê di vê derheqê de ragehand: “Îro em dibînin ku politikaya Tirkiyê ya li derbarê Suriyê de jî têk çû, ji xwe ev yek ji aliyê Cigîrê Serokwezîrê Tirkiyê û gellekan ve hate eşkere kirin. Niha jî xeletiyeke bi xeletiyekê dixwaze pîne bike, ev jî xelet e, hêjayê gotinê ye ku mixabin PKK’ê jî PYD’ê jî siyaseta Rojhilata Navîn xelet xwendin”.
Navbirî bas ji vê yekê jî kir ku Amerîkayê piştgiriya Kurdan nekir. Tirkiye jî siyasetên wê şaş bûn. Tirkiye dibe ser ji nû siyaseta xwe ya di hemberî Kudran de eşkere û zelal bike, û hem jî dibe hêzên Kurdî ji nû ve siyaseta xwe ya li derbarê Sûriyê û Rojhilata Navîn dîzayn bikin.
Navbirî herwiha diyar kir, ku ew bi vê yekê bawer e, ku di Sûriyeyeke demokratîk de, divê Kurd li Cezîrê (rojhilatê Feratê) bi garantiya mafê xwe yên demokratîk ji xwe re pergaleke ava bikin.