۱۳۹۵/۰۶/۱۱


Husên Neqewî: Dijmin kesên “du tabi’îyetî” bo ajantiyê bi kar tîne

Husên Neqewî: Dijmin kesên “du tabi’îyetî” bo ajantiyê bi kar tîne

Kurdistanmedia: Husên Neqewî berdevkê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî ya Meclisa Îranê ragehand ku wan digel fermandarên Îtila’ata Spaha Pasdaran civîn hebûne, û di civîna van de, bas ji kesên xwedî du nasnameyî hate kirin, ku dijmin wan bi kar tîne. 
Herwisa navbirî ragehand ku wan kesek girtiye bi tometa ajantiyê, ku du nasnameyî bûye. Berdevkê Dezgeha Dadweriyê jî du roj berî niha ragehand ku me kesek girtiye, ku endamê tîma gotûbêjkar a navikî ye, û hinek çavkaniyan jî ragehandine ku navê wî Duriyê Îsfehanî ye. 



Nêzî du mehan berî niha nûnerên meclisa Îranê, terhê lêkolîna ji kesên du nasnameyî dabû heyeta serokatiya meclisê, li ser bingeha vî terhî dibe aşkira be ku kîan birêveberê dewletê du nasnameyî ne, yan jî hevjîn û zarokên wan, du nasname hene. 

Du nasnameyîbûna serokê giştî ê banka millî ya Îranê, Mehmûdriza Xawerî ku sê hezar Milyard Tûmen dizî kiribû, û niha di Kanadayê dijî, herwisa kesên ku girînkarta Amerîkayê hene, sedemên amadekirina vî terhî bûn. Kesên ku di biyavê civakî yan jî znistî de çalak in, û du tabi’îyetî ne, piştî sefera bo Îranê têne girtin, yan jî rastî lêpirsînê tên, ku kesê dawiyê Homa Hûdfer e ku mamostayê zanîngehê bûye li kanadayê, û di girtîgeha Êvînê de tê ragirtin.