۱۳۹۵/۰۶/۲۵


Fermanderê Sipaha terorîstî ya Pastaran li Nexede êrîşî ser Hizba Demokrat kir

Fermanderê Sipaha terorîstî ya Pastaran li Nexede êrîşî ser Hizba Demokrat kir

Kurdistan Media: Pastarê terorîst, serheng Emîr Ekberî li civînekê bi melayên Sune û Şîe meseb ên bajarê Nexede’yê re, êrîş kire ser Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê.
Li gor nûçeya gihîştî bi malpera Kurdistan Media, roja sêşemî, 13’ê Îlona 2106’an, pastarê cinayetkar Emîr Ekberî li civîna bi melayên sune û şîe meseb ên Nexede’yê re, bas ji vê yekê kiriye ku Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê sebebkarê neewlehiya li deverê de ye û bi zimanek zivr û hovane li dijî Hizba Demokart axivî.

Navhatî li vê civînê de bas ji wê kiriye ku welatên Amerîka, Erebista Seûdî û Îsraîl piştewaniyê ji Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê dikin û dixwazin alozî û neewlehî li devera me de biafirînin û zaf tometên bê bingeh ên din jî xistine stûyê hizbê.

Ev pastarê terorîst zêde kiriye ku Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û Partiya Karkerên Kurdistanê li jêr alaya Amerîkayê de li dijî Îranê şer dikin.

Navhatî li doma gotinên xwe de gotiye ku dujminatiya Amerîkayê bi musilmanan re ebedî ye û berpirsiyarên Erebista Seûdî jî nikarin mala xwedê birêve bibin û ketiye destê komek nezan û zarokkujan.

Piştî destpêkirina qonaxa nû ya xebata Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û şer û pevçûnên vê dawiyê de, rejîma Îranê tûşî tirsek mezin bûye û bi her awayî hewla bêbuha nîşandana vê xebata Hizba Demokrat dike.