۱۳۹۵/۰۵/۲۷


Tramp: Komara Îslamiya Îranê mezintirîn palpiştê terorîzmê ye


Tramp: Komara Îslamiya Îranê mezintirîn palpiştê terorîzmê ye

Kurdistanmedia: Donal Tramp di dawî axivtina xwe de ragehand ku, ewê bi hemû hêza xwe, li dijî îslamxwazî û terorîzmê bisekine, ku Îran piştgiriya wê dike. 
Roja Duşemiyê 15’ê Tebaxê, Donal Tramp di axivtinekê de, li herêma Ohayo ragehand: “Hekî ew bikare di hilbijartinên bê de, serkevtinê bi dest bixe, ew ê şerekî hemû aliyane ya leşkerî, Îtila’atî, bîrûbawerî (eqîdetî) û aborî li dijî tundreviya Îslamî dest pê bike, û mil bi mile hevalbendên xwe di Rojhilata Navîn de, wê li dijî girûpên tundrev ên Îslamî di vê navçeyê de wê bisekine. 


Berendamê Komarîxwazan herwisa siyasetên Obama bi tundî rexne kirin, û got: “Îran palpiştê herî mezin ê terorîzmê ye di cîhanê de, ku piştî lihevkirina navikî karî ji aliyekî ve 150 milyardî, û ji aliyekî din ve 400 milyard Dolarî, bacê ji Obama wergire, û vî pareyî bixe xizmeta terorîzma Îslamî de. 

Navbirî herwisa got ku, siyasetên şaş ên Obama derheq Îranê, wisa kir, ku Komara Îslamî bikare, ji bilî bihêzkirina tundrevan, zêdetir bi bidestxistina çeka navikî nêzîk bibe. 

Pêştir jî Tramp, ragehnadibû ku Kilînton û Obama bingehdarêjê DAÎŞ’ê ne.