AKP dixwaze şaredarên Kurd biguhere

Kurdistanmedia: AKP piştî derbeya leşkerî dixwaze hinek ji şaredarên Kurd ji kar dûr bixe, û kesên girêdayî bi xwe di cihê wan de danê.
Li gora nûçegihaniyan, AKP pêşnivîsek amade kiriye, ku di parlementoya Tirkiyê de behs li ser heye. Li gora vê pêşnivîsê, hikûmeta Tirk dikare şaredarên hilbijartî ji aliyê xelkê Kudristanê ve, li ser kar rake, û “qeyim”an danê cihê wan de.
Li gora nûçegihaniyan, AKP pêşnivîsek amade kiriye, ku di parlementoya Tirkiyê de behs li ser heye. Li gora vê pêşnivîsê, hikûmeta Tirk dikare şaredarên hilbijartî ji aliyê xelkê Kudristanê ve, li ser kar rake, û “qeyim”an danê cihê wan de.
Di vê derheqê de, hevserokên HDP û DBP (Partiya Herêmên Demokratîk), digel bi dehan endamên van du partiyan, konferanseke çapemeniyê pêk anîn, û ragehandin, ew danîna “qeyim”an di cihê şaredarên hilbijartî de qebûl nakin.
Gultan Kişanak hevseroka şaredariya bajarê mezin a Amedê got: “Ew pilana ku ew dixwazin peya bikin, di rastî de pilana paksaziya demokrasiyê ye. Em hişdariyê didin ku encama vê pilanê, vê dana nirxeke giran be. Belê ew dixwazin paksaziyeke giştî bikin”.
Sebahet Tuncel hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk jî got: “Em vê pêşnivîsê hekî bê pejirandin jî, qebûl nakin. Dibe xwebirêveberiyên demokratîk bêne avakirin. Hekî ew yek nehê kirin, wê şer û pevçûn bidomin. Hekî dewlet bixwaze bi zorê pirsa Kurd bide jibîrkirin, şaş difikire. Dewlet yasayên wisa dipejirîne, ku her kesî terorîst bihesibîne. Me ceribandina 40 salan xebata di riya miroivahiyê de heye. Xelkê me şaredarî dane me, û emê jî, ji şaredariyên xwe bergiriyê bikin”.
Tirkiyê berdewam bas ji parastina demokrasiyê dike, û bi terorîst hesibandina neyarên xwe, dixwaze hêcetên yasayî hebin bona tepeserkirina wan, lê Amerîka û Yekîtiya Ewropa hişdarî dane Tirkiyê, ku ew kiryarên wan, binpêkirina demokrasiyê û binpêkirina mafên mirovan e.