Li Rojavaya Kurdistanê meşeke nerazîbûnê bi rê ve çû

Kurdistanmedia: Li Rojavaya Kurdistanê meşeke nerazîbûnê li dijî xwebirêveberiya Rojavaya Kurdistanê bi rê ve çû.
Piştî vê ku Îbrahîn Biro serokê ENKS’ê ji aliyê Asayişa Rojavaya Kurdistanê ve, ji Rojava hate girtin, û piştre jî hate derkirin, navbirî ragehand ku PYD dixwaze ku bi me re şer bike.
Piştî vê ku Îbrahîn Biro serokê ENKS’ê ji aliyê Asayişa Rojavaya Kurdistanê ve, ji Rojava hate girtin, û piştre jî hate derkirin, navbirî ragehand ku PYD dixwaze ku bi me re şer bike.
Biro tekez kir, ku ew dê serdana konsulxaneyên welatên biyanî li Hewlêrê bikin, û wê kiryar û êrîşên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bighînin hemû aliyên navneteweyî, ji bo ku bibin şahidê wan bûyeran, û bi taybet welatên ku niha piştgiriya PYD’ê dikin.Herwisa li Rojavaya Kurdistanê ewê xwepêşandanên nerazîbûnê bi rê ve bibin,
Ji aliyekî din ve asayişa Rojava êrîşî ser nawendên PDKS’ê kirin, û çend endamên wan hatin girtin.
Lewra tê çaverêkirin ku ew meşa nerazîbûnê ya îro gellek berfirehtir û cudatir ji meşên berê be, û egera derketina pevçûnan jî di navbera Asayişa Rojavaya Kurdistanê û meşvanan de heye, û li gora dawî zanyariyan jî li bajarê Hesekê hinek pevçûn û alozî derketine.
Hêjayî basê ye ku alîgirên ENKS, deshilata Rojavaya Kurdistanbê bi tekrewiyê û bertengkirina azadiyan tometbar dikin.